Nêçîrvan Barzanî: Divê gişt partî beşdarî hikûmeta Herêmê bibe

Published on Nisan 27, 2019, 11:29 ö.ö.

Çavkaniyên nêzîkî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û namzedê posta serokatiya Herêmê diyar kirin ku ew li ser beşdariya gişt partiya di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê cidî ye.

Kurd Pressê ragihand: tevî ku heft meh ser hilbijartinên parlemana Kurdistana Iraqê derbs dibe hîn hikûmeta Herêmê pêk nehatiye, lê belê muzakireyên ser vê yekê di navbera partî û komên kurd li Iraqê berdewam dike. Di vê navberê de dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê jî hîn hewldanên xwe despê nekirine.

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ku piraniya dengên parlemanê bi dest xistiye dikare serokatiya Herêmê û serokwezîriya wê bêxe destê xwe. di vê çarçovê de Nêçîrvan Barzanî bûye namzedê serokatiya Herêmê û Mesrûr Barzanî jî xwe kiriye namzedê serokwezîriya herêmê.

Çavkaniyek ji desteya wezîrên Herêmê ku nexwest navê wî were girtin, ji Rûdawê re got ku Barzanî dil heye ji bilî Dîwana fermî ya serokatiyê ji xwe re jî nivîsgehekê wek serokê nû yê Herêmê pêk bîne û dixwaze di nav vê defterê de ji mirovên kara û şareza yên partiyên curbicur jî sûdê wergire.

Rûdawê herwiha diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî dil heye ji bo çêkirina yekparçetiya îdarî û birêveberiyê li Herêmê nivîsga dîwana serokatiyê li Silêmaniyê jî pêk bîne.