Demîtaş: Dozgerên Cemaeta Gulen destûra girtina min û endamên HDPê dan û piştî 9 salan jî heman tomet niha li wan tên kirin

Published on Nisan 27, 2019, 11:27 ö.ö.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li roja duyem ya mehkemekirina xwe ku li dadgeha zîndana Sîncana Enqerê pêk tê ji bo berevaniya xwe pêgîrî kir ku gelek endamên wan ji hêla dozgerên Cemaeta Gulen ve hatin girtin û piştî 9 salan jî heman tomet niha li wan tên kirin.

Dadgehkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Enqerê berdewam kir. Demîrtaş herwiha got ku ew terorîst nîne û bi piştevanî û derfetên hikûmeta Tirkiyê, bi berpirsên PKKê re hevdîtin kirine, lê niha bi sûça wê hevdîtinê tên dadgehkirin.

Dadgehîkirina Demîrtaş li Enqerê, di roja duyemîn de berdewam dike. Demîrtaş ji Zîndana Edîrnê bi rêya vîdeokonferansê beşadarî dozê bû û da xuyakirin, salên 2010-2011ê gelek endamên wan ji hêla dozgerên Cemaeta Gulen ve hatin girtin û piştî 9 salan jî heman tomet niha li wî tên kirin.

Demîrtaş got, 8 car ew bi xwe, bi giştî 23 car şandên wan bi belemên hêzên ewlekariya Tirkiyê çûne Îmraliyê û bi Ebdula Ocalan re hevdîtin kirine. Demîrtaş got, gelek caran jî bi agahî, alîkarî û erêkirina hikûmetê çûne Qendîlê û Berpirsên KCKê re hevdîtin encam dane.

Demîrtaş herwiha da zanîn : lê niha jiber ku gotiye, bila bi PKK re hevdîtin were kirin û ji bo Ebdula Ocalan jî peyva "birêz" bikar aniye, bi bangeşeya rêxistina terorê tê tometbarkirin. Demîrtaş got, rola wan navbeynkarî bû û dewlet sitem li navbeynkaran kiriye û rûmeta xwe wenda kiriye.

Demîrtaş got: Endamên Cemaeta Gulen ku di nav hikûmetê cihê xwe xweşkiribûn li gor haydana AKPê êrişî me dikirin çunku em opesîsiyona herî bi hêz li dij AKPê bûn, eva 10 sal in AKP li paş gişt êriş û zextên ser me de ye.

Demîrtaş li dawiyê de got: Em ne terorîst in û em ewleh ne kî ku wijdana wî hebe vê yekê bi başî dizane. Ji bo çareserî û safîkirina pirsgirêkan ji riya ku me bawerî pê hebû û beraqil bû çi ji destê me dihat me kir. Eva di rewşekê de ye ku we (desteya dadgehê) navê hewldanên terorîstî li van xebatên me kiriye. Ew dozgerê ku ji min re doz vekiriye û boxtan li min girê dane niha bi sûça endambûna di nav Cemaeta Gulen de di zîndanê de ye.