Gelo mijara 'Tifaqa Tirkiyê' tê çi wateyê?

Published on Nisan 27, 2019, 11:36 ö.ö.

Piştî hilbijartinên şaredariyan li Tirkiye yek ji mijarên ku di van rojan de herî zêde di rojevê de ye 'Tifaqa Tirkiyê' ye. Serokomarê Tirkiyê di gotareke xwe de got ku ji vir pê ve pêdiviya Tirkiyê bi wê yekê heye da 'hesinê sorbûyî bête sarkirin'. Ew yek weke bangeşekê tê şirovekirin ku Erdogan dixwaze hemû aliyên Tirkiyê li dora xwe kom bike. Beşek oposizyon jî daxuyanî û hewlên AK Partiyê weke stratejiyeke nû dibînin û dibêjin AK Partî û Erdogan dixwazin keşûhewayê heyî ji bo berjewendiya xwe bikar bînin.

Tifaqa Tirkiyê ango lihevkirina di navbera oldar û sekuleran de. Li gorî nêrînekê nakokiyên di navbera MHP û AK Partiyê de dikin ku bereya Cûmhûr ji hev biqete. Li gorî nêrîneke din jî Erdogan weke rêgiriyekê vê hewlê dide da temenê desthilata xwe dirêjtir bike. Li gorî nêrîna sêyem jî AK Partî amadekariya dubarekirina hilbijartinên Stenbolê dike. Beriya wê jî rewşa tund tê nermkirin da dengdêrên ku ji AK Partiyê sar bûne û Kurdên ku piştgriya Îmamoglû kirine berev bi xwe ve bikêşe.

 

Rektorê Berê yê Zanîngeha Bîlgiyê Prof. Îlter Turan ji Rûdawê re ragihand: “Tevî ku li nava Tirkiyê gelek cudahî û nakokî hene jî dema parastina yekitîya welêt dibe rojev hemû xelk xwe li hev digire. Lê ew gotina birêz serokomar tam ne zelal e û zû ye ku meriv tiştekî jî jê derxe. Divê hinekî zelal bike. Helbet bi vê bangê pêkan e ku di navbera layenan de nermahiyek têkeve. Lê li aliyekî jî bêhna berjewendiyên siyasî û amadekariya proseyên nû jê tê. Xuya ye cihê wan nakokiyên berz dê pêwendiyeke dostanê tije bike.”

 

Partiyên sereke yên oposizyonê CHP, HDP û ÎYÎ Partî heta niha jî li hember gotinên Erdogan yên di derbarê avakirina tifaqeke binkefireh de bi navê Tifaqa Tirkiyê bêdeng in. MHP weke şirîkê tifaqa Cumhur li dijî tifaqeke nû derdikeve. Tenê Partiya Seadatê  û HDP jî di nav de amade ye bi hemû aliyan re mijarê gotûbêj bike.

 

Alîkarê Serokê Seadetê Hasan Bîlmez diyar kir: “Eger serokomar di gotinên xwe de dilsoz û semîmî be, lazim e bi HDPê re jî hevdîtinan bike, HDP li parlementoya Tirkiyê de ye, di wê parelementoyê MHP û ÎYÎ partî jî hene, eger dê tifaqek were kirin lazim e hemû alî beşdar bin û armanc jî pêşeroja welatî be.”

 

HDP hewlên Serokomarê Tirkiyê cidî nabîne û dibêje bi gotinên xwe Erdogan tenê dixwazeerjewendiyên partiya xwe biparêze.

 

Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir: “Tifaq lazime tifaqa demokrasî be, tifaqa gelan be, li ser bingehên wekhevî were avakirin. Em gotinên Erdogan semîmî nabînin. Di hilbijartinan de hinek cih jidest dan û hêza wan kêm bû, dixwazin pêvajoya nû wisa bimeşînin.”

 

Beşek nivîskarên nêzîkî hikûmetê jî behsa wê yekê dikin ku dê rojên peşiya me hikûmeteke nû li Tirkiyê were avakirin û bingeha hikûmeta nû jî dê li ser lihevkirineke siyasî  be di navbera desthilat û oposizyonê de.