Suleyman Soylu: Diyarkirina dema Qendîlê giring e

Published on Nisan 27, 2019, 11:18 ö.ö.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje "Diyarkirina dema Qendîlê giring e. Hûn dê di demeke nêz de vê yekê bibînin. Ez çima dema me ya hatinê bibêjim".

Suleyman Soylu di Haberturkê de bersiv da pirsên rojnamevanan û got: “Tirkiye tenê ji aliyekî ve siyaseta xwe ya derve pêk nayne. Amerîka û hevbeşên din, sedemên heyî yên li erdnîgariya derdora hemûyan, ji enerjiyê heta mirovê erzan, siyaseta wan heye. Em nikarin vê yekê weke ku tine ye bibînin.”

Soylu herwiha got: “Em welatekî wisa bûn ku hed dida nîşandan. Hadê tu biketa Efrînê. Em ketin Efrînê. Niha mijara Qendîlê. Diyarkirina dema wê ji bo me giring e. Hûn dê di demeke nêz de vê yekê bibînin. Ez çima dema me ya hatinê bibêjim.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: “Dema ku me got em tên, reviyan. Qendîl ji bo me weke hebê ye. Tenê dema wê heye. Li wir zarokan dinivisînin. Li wir kadroyeke PKKê heye. Ew karê me ye.”