Parlamenterê CHPê: Rewşa niha rê nade rêbazên aştiyane

Published on Oca. 2, 2019, 6:14 ö.s.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Abdullatif Şener derbarê pirsgirêkên Kurdan de got: “Piştî ku Tirkiyê leşker şandin Sûriyê û derbasî nav Efrînê bû li Tirkiyê partiyên siyasî derbarê pirsgirêkên Kurdan de mixabin ti daxuyaniyên berçav nadin. Di vê mijarê de bêdengiyek heye û xwe nebihîstî û nedîtî dikin. Mixabin rewşa niha rênade rêbazên aştiyane”

Parlamenterê CHPê yê Konyayê Abdullatif Şener beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê pirsgirêkên Kurdan û îtifaqên ji bo hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de axivî.

 

Abdullatif Şener diyar kir ku partiyên siyasî carcaran derbarê pirsgirêkên Kurdan de li gorî rewşa aborî, siyasî û civakî daxuyaniyan didin.

 

Şener wiha got: “Partiyên siyasî carnan li gor konjunktûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan daxuyaniyên erênî didin lê dema ku konjunktûr tê guhertin mixabin hinek partî xwe ji vê mijarê dûr dixin. Bi taybetî piştî ku Tirkiyê leşker şandin Sûriyê û derbasî nav bajarê Efrînê bû li Tirkiyê partiyên siyasî derbarê pirsgirêkên Kurdan de mixabin ti daxuyaniyên berçav nadin. Di vê mijarê de bêdengiyek heye û xwe nebihîstî û nedîtî dikin.”

 

Parlamenterê CHPê amaje bi wê yekê kir ku divê dijbereya Tirkiyê jî derbarê “operasyona Efrînê” de gotina xwe hebe û anî ziman: “Ji ber ku deshilatdar xwediyê hêza medyayê ye ev mijar kiriye meseleyek netewî. Lewma partiyên dijbere jî ji xeta desthilatdariyê helwesteke cuda nîşan nadin.”

 

Derbarê îtifaqên ji bo hilbijartinên 31ê Adara îsal ên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî Şener wiha axivî: “Wek hûn dizanîn ji aliyekê AKP û MHP di navbera xwe de îtifaqa bi navê Cumhur pêk anîne. Ji aliyê din ve jî ÎYÎ Partî û CHPê Îtifaqa Mîllet pêk anîne. Ji bilî van îtifaqan, HDP heye ku rêjeyeke bilind a dengên xwe heye.”

 

Şener derbarê îtifaqa ligel HDPê de jî da zanîn ku di navbera rayêdarên herdu aliyan de hinek danûstandin hene lê heta niha jî ti îtifaq diyar nebûye û got: “Diyar e HDP bixwe dê polîtikaya xwe ya hilbijartinan diyar bike û wisa xuya dibe ku dê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Herwiha dibe ku li hinek bajaran namzedê xwe derbixe û li hinek bajaran piştgiriya namzedên hinek aliyên din bike.

 

Bi min îtifaq helwesteke rast nîne. Pêwîstiya Tirkiyê bi aramî û aştiyê heye. Divê pirsgirêkên Kurdan bi rêbazên aştiyane bêne çareserkirin. Lê mixabin rewşa niha rê nade rêbazên aştiyane.”