Ewareyên sûrî li sînorên vî welatî û Tirkîyê di rewşeke nelibar da ne

Published on Oca. 2, 2019, 6:09 ö.s.

Awareyên sûrî yên li sînorên hevpar ên vî welatî û Tirkîyê ji ber nebûna xwarek û dermîn di rewşeke nelibar da ne.

Li gorî rapora Kanala Al Jazeerayê, Ewareyên sûrî yên li sînorên Tirkîyê ji ber şert û mercên nebaş û nebûna xwarek û dermîn li ber gefa berbelavbûna nexweşîyên bitehluke ne.

Bi dû xisarên ku ji ber rabûna lehî û tofanê li kempa awareyan a li sînorê Sûrîye û Tirkîyê ketin, awareyên sûrî niha di hejarî, serma û seqemê da mane.

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê, niha 3 milyon û 500 hezar welatîyên sûrî li Tirkîyê dijîn ku 300 hezar kes ji wan li kempan dijîn.