Leyla Gun di 55 roja Greva Birçîbûnê da: Sala 2019an da dê sala Azadî û serketina Berxwedan be

Published on Oca. 2, 2019, 6:03 ö.s.

Leyla Gun nûnera zindanî yê Hekariyê li Parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di 55emîn roja xwe ya greva birçîbûnê bi peyamekê tevî pîrozkirina Sersala 2019an gotiye: Sala 2019an dê sala azadî û serketina Berxwedanê be.

Li gorî rapora Kurd Pressêê ji zarê Rojnameya Evrenselê, Leyla Gun, nûnera zindanî ya Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li parlimana Tirkiyê di 55emîn roja xwe ya greva birçînê bi peymaekê gotiye: Civat dema ku derbasî sala nû dibin hêvî dikin xwestekên wan serê xwe bigirin. daxwaza li gorî civatên cûrbicûr ciyawaz in. Kurd ji gelên herî kevnare li Rojhilata Navînê ne, tenê xwestekeka wan heye û ew jî aştîya mayînde ye. Gişt daxwaza aştiya giştî dikin. Ji bo serêxwegirtina vê armancê jî li halê têkoşînê ne.

Gunê bi bîr xistiye: Sala 2019an dê sala azadiyê be. Dê sala serketina Dêmokrasiyê be. Bi hêviya wê yekê ku di vê salê da birçîtî, bêşolî, destdirêjya ser zarokan, girtin û zindanîkirin bi dawî were. Ez sala nû ya Berxwedêran pîroz dikim. Sala nû dê sala serketina Berxwedanê be.