Mehmûd Osman: Paşvekişiayana hêzên amerîkî ji Sûriyê dê dûhatên nerênî ji Irqê ra bîne

Published on Oca. 2, 2019, 6:03 ö.s.

Mehmûd Osman, Siyasetvanê Kurd ê iraqî got: Paşvekişiayana hêzên amerîkî ji Sûriyê dê dûhatên nerênî ji bo Iraqê bi xwe ra bîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mehmûd Osman li hevpeyivîna digel ajansa neteweyî ya nûçeyan a Iraqê (NINA) her wiha got: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê kesekî ne ser hemdê xwe ye. Ji ber ku vê dawiyê biryarne nerênî ji wan derxistina hêzên amerîkî ji Sûriyê û şandina wan bo Iraqê dane ku li ser Iraqê bi awayê taybet û li ser navçeyê bi giştî bandorê dike û gellek kêşeyên navxweyî li Iraqê pêk tîne.

Osmên tevî gotina vê yekê ku pirraniya iraqî û paertiyên iraqî daxwaza derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê dikin û li dijî damezirandina baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatê xwe bi mehneya sekinîna li hemberî DAIŞê ne, her wiha got: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê dê gellek kêşeyên navxweyî li Iraqê saz bike û dê bandoreka nerênî li ser rewşa ewlehî û siyasî li Iraqê bike.

Wî destnîşan kir ku têgihîştinên navxweyî navbera partî û tevgerên siyasî renge zextê bîne ser amerîkiyan ku hebûna xwe li Iraqê bi dawî bînin.