Çavuşoglu: Tirkiye ku bêje ezê derbasî Sûriyê bibim dê derbas bibe

Published on Ara. 25, 2018, 12:52 ö.s.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, Tirkiye rijd e li ser vê yekê ku derbasî rojhilatê Firatê bibe. Çavuşoglu herwiha got, têkildarî vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê, dê hemahengî di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hebe.

Mevlut Çavuşoglu têkildarî amadekariyên ji bo operasyona leşkerî ya Tirkiyê li rojhilatê Feratê û biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê daxuyniyên nû da.

 

Mevlut Çavuşoglu careke din ragihand, ku Tirkiye pêşwazî li biryara Amerîkayê ya ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dike û diyar kir, li ser mijara vekişîna hêzên amerîkî ji Sûriyê, ew dê bi Amerîkayê re di nava hemahengiyê de bin û got, li ser her astî ew bi Amerîkayê re hevdîtinan dikin.

 

Çavuşoglu got, lê belê nabe ku pêvajoya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê xizmeta Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, ku ji bo gotûbêjkirin û nirxandina pêvajoya vekişîna hêzên Amerêka ji Sûriyê, ew dê serdana Rûsyayê bike.

 

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, heta ku Amerîka ji Sûriyê vekişe, dibe ku nexşerêya Minbicê jî were cîbicîkirin.

 

Li ser mana hêzên Fransayê li nav axa Sûriyê jî, Çavuşoglu got: “Eger Fransa jib o parastina YPGê li Sûriyê bimîne, ti sûda wê yekê ji bo wî welatî nabe. Pêwîst e piştî vekişînê, valahiya ku li herêmê çê dibe, nekeve xizmeta terorîstan. Bi biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe, hemû xeyalên YPGê vala derketin. Me pêvajoya bendewariya ji bo operasyona rojhilatê Feratê derbas kir”.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha îdia kir, DAIŞ li her cihekê Sûriyê be, ew dê li dijî wê şer bikin û wan cihan li çekdarên wê rêxistinê paqij bikin.

 

Mevlut Çavuşoglu got: “Di têkoşîna li dijî DAIŞê de, ji bilî terorîstan em dê bi her kesî re hevkariyê bikin”.

 

Çavuşgolu derbarê rewşa Minbicê û egera operasyona artêşa wî welatî li Mibicê de jî axivî û got, derbasbûna Tirkiyê bo nav Minbicê him ji aliyê Amerîkayê ve û him jî ji aliyê cîhanê vet ê qebûlkirin û tekez kir: “Tirkiye ku bêje, ezê derbasî Sûriyê bibim, dê derbas bibe”.